sałêk qoçxan geřanêkî ewrûpa eka ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  688 views

sałêk «qoçxan» geřanêkî ewrûpa eka, řêgay ekewête «parîs». zorî birsî ebê koşkêkî zor nayabî berçaw ekewê ke loqente ebî, eçête ewê. şagirdî loqente lîstey xwardinî bo dênê, lîsteke be ferensî nûsrawe. her çend seyrî lîsteke eka hîçî le xwêndinewey ferensî nazanê emîş ew serdeme hîçî lê nazanê. pêşî şerim ebê ke biłê nazanê bîxwênêtewe, pêşî şerim ebê her nazanê şagirdeke tê bigeyenê ke nazanê bîxwênêtewe. xo bext be fîzêkewe penceyek exate ser nûsrawêkî lîsteke. şagird eçêt û le paş tozêk kaseye «ciłqaw» le berdemî qoçxanêk - ke xwardinî sew řojî mirîşk û şîr û şekir buwe û êste wa tûşî buwe be tûşî ciłqawewe - day’enê. be naçarî eyxiwa bełam legeł hemû parûyekda lewaneye cerg û henawî derbê! zorî pê naçê kiç û kuřêkî şîkî parîsî dên le beranberyewe leser mêzêk da’enîşin. lîsteyan exrête ber dest le paş tozêk mêzekeyan be goştî mirîşkî sûrkirawe û hêlkey le naw řon kiraw û şerabî parîsî bo eřazênêtewe, qoçxan be piř le derdewe seyrî ew naz û nî’mete eka. mîso û misiz be hemû lezetêkewe nan tewaw eken û emca ełên: garso..! garso! řipte.

wekû xot eyzanî «řipte» le ferensîda ye’nî dûbarey kerewe. şagird çû le paş tozêk desteyekî tir le xwardinekanî ewełî hênayewe. qoçan emey zor pêxoş bû witî ewa zanîm ke nawî ew xwardine xoşey ewan xwardyan «řipte» ye. emca be dest şagirdekey bang kird û pêy wit: řipte. şagird řoyşit le paş tozêk kaseyekî tir ciłqawî hêna le berdemya dayna.

qoçan, yekem zorî birsî bû duwem awî ciłqaw tebî’etî têk dabû. sêyem ke emeşî çaw pê kewt îtir hîç şi’ûrî lanema û tûře bû. hesta şagirdekey daye ber zile û destî girt birdye ser mêzî kiç û kuřeke û be cinêwdan be kurdî pêy wit: bawe ḧîzî qingiderî tê negeyştû. a lemane řipte! we be dest destî bo xwardemenî ser mêzeke dirêj kird.