sałêk le hewełî zistanewe baranêkî zor ba...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  557 views

sałêk le hewełî zistanewe baranêkî zor barî û ke kewte behar baranekey girtewe û tozî şipirzeyî bo baran peyda bû. pyawêk hebû ’elî mameyan pê ewt xełkî ew wiłatî xaneqîne û derwêşî şêx bû, ke seyrî kird ’alem şipirzen bo baran serî berz kirdewe û witî: erê xwa! we qurwanit wim, bo çi xot net’ezanî eye beşî gereke, hatî le hewłewe çî hewu newu le xezêneketa gişt wem law wew lada pirjand û ewa êste we des ’ałemekewe damagî, her çen êjin we qurwanit wim çořê baran, to her cwawîşyan nadeytewe? eme kar bû to kirdit?