carêk eḧey kiřnû le silêmanî eçête berd...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  522 views

carêk eḧey kiřnû le silêmanî eçête berdergay yekê le awdestekanî mizgewtî gewre. ta em eyewê biçête jûrewe zeftîyekî turk pêşî ekewê eçête jûrewe. eḧey kiřnû zor řa’ewestê kabra dernaçê. eḧe iḧeyekî bo eka, kabra le jûrewe yekêkî pya dênê! eḧe iḧeyekî tir eka kabra dîsan yekêkî ziltirî pya ekêşê! eḧe tûře ebê ełê: segî segbab to ke top û topxaneyekî wat pêye û zexîrî şeş mangîşt hełgirtuwe bo çi naçî le dewłetî turk yaxî bî? be mangî mecîdîyek serbazî bo ekey?