kabrayekî temełî tewezel ke hîçîşî nekird...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  484 views

kabrayekî temełî tewezel ke hîçîşî nekirdibû, ḧukmî xinkandinyan da. diraye dest kabrayekî wirgizil ke bîba le dûrî şarewe le darî bida. le řêgada celadeke be temełekey wit: axir xwa bitgirê bo çî îşêkî wat kird le darit biden û mał û mindałit beřełay ew deşte bêt? kabray temełîş witî: kure biřo mirdût mirê! min êste puxt û pakîze eçme ser dar û řeḧet ebim. bo xot bigrî ke ebê dû sa’at řêga bigeřêytewe dwawe!