dîsan ḧesen beg gêřayewe witî şêx ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  523 views

dîsan ḧesen beg gêřayewe witî: şêx ḧisamedîn witî: em dermanî «filît»e taze hatbuwe ’êraqewe, piřupagendey zorî bo ekira; be taybetî le beẍdada her çend hengawêk eřoyştît ê’lanêk hełwasra bû lêy nûsra bû «amşî»

witî řojêk şêx ’usmanî biram le beẍda le «bab alşircî» yewe eyewê bo şwênêk biřwa seyr eka le qed kołekeyekewe nûsrawe «amşî», dinyaş germay nîweřoye. pêy lê eka be pişta û eřwa. zorî pê naçê tûşî kołekeyekî tir ebê dîsan nûsrawe «amşî», ewendey tir hengaw tund ekatewe. bemcore bînî pêwe enê ta egate «bab alim’izim» her çend «amşî» ebînê ew xêratir xoy gurc ekatewe. le «bab al’izim» seyr eka dû sê pyawî lay xoman leber kołekeyeka westawin û qise eken. le qed kołekekeş nûsrawe «amşî». ewîş lêyan tûře ebê û ełê: ewe çon lêreda westawin? ey çawtan lê nîye nûsrawe «amşî»? yanê biřo, axir nazanin eme fermanî ḧukumete? çon nafermî ḧukumet eken û lêre ewestin? ewanîş zor seryan siř emênê û le axra tê’egen ke meseleke çîye, têy egeyenin ke babe eme mebest ewe nîye ke biřo. hîç î’lanî ḧukûmetîş nîye; eme piřupagendeyeke bo filît ke ’erebekan pêy ełên «amşî!»