dêy sê girtan heye le wiłatî koye em...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  488 views

dêy «sê girtan» heye le wiłatî «koye». emane zortir şêwey qise kirdinekeyan eçêtewe ser «hemewn». kabrayekî xoşnaw bo tirê firoştin řêy ekewête ewê. seyr eka çend pyawêkî xełkî gundeke le serbanêk danîştûn û qise eken. emîş herçende gwêy bo qut ekatewe be hîç cor le qisekanyan tê naga. řûyan tê eka û ełê: im. im, engo be şewîş lê kû degen?