gułe gundêke lew wiłatî swêsnayetîye ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  506 views

«gułe» gundêke lew wiłatî swêsnayetîye. mizgewtî lêye. mizgewteke micewrêkî hebû bapîrî naw bû. êwarey zistane û xełkî dê le mizgewt kobûnetewe, her yek daway şitêkî le bapîr ekird. yekê eyut: awim bo bêne, yekê eyut: dar bixere agirdanekewe. yekê eyut: kewşekanim hełgire, yekê eyut: beřeke wa řaxe, be kurtî her yeke qiseyekî ekird. ewîş hesta û peřîye naw miḧrabeke û witî: her sê tełaqî ew bapîre kewtibê qise neken be yek, be gwêy kes nakem!