kabrayek hebû nawî yusif şêrwan û le ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  541 views

kabrayek hebû nawî «yusif şêrwan» û le ’eşîretî «kemałeyî» bû. legeł çend kesêkî kelarî da be karwan eçin bo qesrî şîrîn. pêyan ełê: bira min serim le mamłe û ḧisar dernaçê, êwe çawtan lêmewe bêt. eger wanekey legełtan nayêm bo şar. ełên: başe. pêkewe eçin ta egene qerax qesir. lewê řêgeke ebê be dû řêyanewe yekê lew řêgayane be lay mał xirapekana eřwa, yusif bew řêgayeda ebin.

yekê le afretekan le naw kołanekana çawî be yusif ekewê, yusfîş tozê cwaneke ebê. bangî eka ełê: kuře, kuře pîwil bare bew kus bike! yusfîş pêy ełê: daykim parem nîye her ewendem hawridge beş mamełekey xom eka. jinekeş ełê: biço qyûn bide, pyûl bare bew kus bike. yusif ełê: daykim be xwa em tateł watełe be min nakirê, biçim qing bidem û pare bêrim bîdem wew kuze bogeney to! biço we řêtewe, we řîşî bawik xot û kuzî daqłîşyagtewe!