şa ferec hebû le ’eşîretî wirde şatrî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  740 views

«şa ferec» hebû le ’eşîretî wirde şatrî caf bû. barê genim enêrê bo aşî «sey xelîl» lew germyane bîhařn. şewê bare genim edzirêt û xeber eden be şa ferec, şa ferec ełê: kes dizî min nîye «terxan»y nebê; a mela bang ken. mela dêt ełê: mela a binûse bo ḧeme ḧesenî řeysî terxanî. binûse: ḧeme ḧesen řeysî terxanî! tikat lê ekem dêze sûrî xot mehesû le dêze řeşî min. eger to direngit lêwe têt min ziringem lêwe têt. swey wademan piştî «warge dirêje» bêt, neyjî we namerdî hate serim, xot û leşkirit ḧazir bin ya bare genmekem bo binêrnewe şa ferecî şatrî.

ḧeme ḧesenîş em wiłamey bo enûsêtewe: serbaşqey wirde şatrî şa ferecî le řeçełekî terxanî! nûsîwte dêze sûrî xot le dêze řeşî min mehesû. bira min gemey wa nakem to ziringet lêwe têt min xişem lêwe têt, to hesûnî min gurêsim. we xwam sipardî.

ḧeme ḧesenî terxanî.

legeł barê genma em wiłamey bo enêrêtewe.