kitêbî ’ebulḧekîm û xeyałî le naw feqêy...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  580 views

kitêbî «’ebulḧekîm û xeyał»y le naw feqêyana meşhûre ke řeq û girane. her ew moleye řojêk eçêt ew kitêbe le feqêyekan edzê û eyxate naw tûrekeyekewe û eyxate binî ḧewzî mizgewtekewe. le paş sê çwar řoj eçê derî ehênêtewe. dyare kitêb tilîsawetewe û wekû hewîrî lê hatuwe. ca eyut: ewa em feqêyane her ełên ’ebdulḧekîm û xeyałî řeqe, kwa řeqe? çawtan lêye çon tilîsawetewe? ewe ewan nayzanin!