kabrayek hebû lew wiłatî pênciwêne mole ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  550 views

kabrayek hebû lew wiłatî pênciwêne «mole şêt» yan pê ewt. mela ewřeḧmanî pênciwênî her feqêyekî axir madexwên eçuwe lay bo ders xwêndin, moleş eçuwe bin destî feqêkewe û sema’î ekird. feqêyek řojê eçê kitêbî «cim’ alciwam’» eba û ders exwênê, moleş «nagehan»êk ebaw le tenîşt feqêyekewe panî ekatewe û dest eka be sema’ kirdin! mela ewřeḧman pêy ełê: mole cim’ alciwam’ û nagehan çon řê ekewn? ewîş ełê: qurban bo yekê şîrî pak bê hîç ferqî nîye!