şêx miḧemedî şêx celal gêřayewe witî le ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  695 views

şêx miḧemedî şêx celal gêřayewe witî:

le «sê û sênan» le dîwexanekey kwêxa necmida eskemîlî danrabû. eskemîleke le ḧeyzeranekan bû. kunî zil zilî tê bûbû. yekê le pyawekanî kwêxa necim le ser yekê le eskemîlekan danîştibû tezbêḧêkî be destewe bû hełî esûřand. yekêkî tirîş lew beryewe le ser eskemîlêkî tir danîştibû, zorî pêneçû hat hestê ke çî destî kird be baqebaq û hawar kirdin û be eskemlyekewe řast buwewe û danîştewe. wityan: kure çîte? witî: bê qedewî bê herdû gunim gîrî xwarduwe be kunî eskemlyekewe. wityan: ca bo çî wat kirduwe? witî: kure bêjim çî xetay ew dewît bawkey beranberim bû. ew tezbêḧêkî girtibû be destewe hełî esûřand, min tezbêḧim nebû gemem we gunim ekird, yekêkyan le dest derçû kewte kunî eskemîle bêfeřekewe, xerîk bûm eweyan derbênim ke çî ewîtrîşyan kewte kunêkî tenîşt ewewe. wa herdûkyan ḧasî bûn bom dernayenewe!