mîne ’azebatî hebû jinêkî hênabû řojêk...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  676 views

mîne ’azebatî hebû jinêkî hênabû. řojêk le lay dost û xizmekanî be şan û bałya dêt ke çon wa jinêkî şox û şeng û nazk û nazdarî bê ’eybe û çon ew bê ’eybyey kirdûyete karê ke emey hênawete ser jine konekey? xizmekanî ełên: ke wate bangêştêkman bo bike, jinekeşt ebînîn. ewîş ełê: başe. bangêştêkyan bo eka bo małî xoyan. kuřgel ke eçin û afreteşyan çaw pê ekewê seyr eken lewpeřî naşîrînî daye. le beynî xoyana ekewne çipeçp û qisekirdin. mîne ezanê qise eken ełê: be dengî berz qise biken. jinekem gwêy keře hîç nabîstêt!