kabrayekî kelhuř le miłî dinya xwa řîşêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  922 views

kabrayekî kelhuř le miłî dinya, xwa řîşêkî pan û zimanêkî lûsî pê dabû. řêy ekewête dêy «ałtûn»y lay seqiz. ałtûnî, wa meşhûrin hîç be kes naden, wekû ełên pişîley kwêr nan le małyan dernaka.

em derwêşe kelhuřyane şêwe qisey hemû layek ezanin. kakî kelhuřî ke eçête ałtû n seyr eka şayye, heraye, zemawinde û zenaye. legeł eweşa seyr eka wa çend derwêş û derozekerêkî tir lewên û doş damawin. çuwe nawyan witî: çîye bo wa matin? wityan: çon mat nebîn? řêgayekî dûrman biřîwe hatûyn bo êre temaşa ekeyn em ałtûnyane hîçyan nadenê. witî: ke wate çawtan le kakî xotan bê. kabra demew êware bû çuwe berdemî kořeke û xełkêkî zorîş westabûn dengî berz kirdewe witî:

ałtûnyanî ałtûnî
bała berzanî bêtwênî
enałênin bo şayîtan
be awatin bo dîtnitan

ke emey wit hemû xełkeke wekû pûrey heng lêy kobûnewe wi’ahengyan çoł kird û hatin be lay emewe. emca řûy têkirdin witî: xełkîne kirdewey çak û îşî baş le dinyada cezay heye, wekû em xoşîye ke êste êwey tyan, le řojî qyameta gelê leme xoştir ebînin. ewaney ke xirapekarin wekû ême bedbext û řûřeşî her dû lan. yekêk lewbedbextane ke eyanbînin minim, minî bedbext new musłimanim le ewladî ew cûlekanem ke leber xirapî û nalebarî û xwanenasî xwakirdinî be meymûn. xirapî ewan karî kirduwe le weçe weçeyan. minî bedbext legeł eweda ke be dînî pakî îslam serfiraz bûm, hêşta her małwêranî û bedbextîm berkewtuwe. dînî pakî îslam hêşta be tewawî mişt û małî nedawim. nalebarî řojgar û xirapî çerxî çepgerd way le min kird, ke bikewme deşt û kêw bo ewe şitêk peyda kem bo mał û xêw. leber ewe bo ewe le kirdewey baw û bapîrim řizgarim bibê naçarim be derbiřênî ew bedbextîyey ke pêmeweye, bełkû xwa be wastey dînî pakî îslam û î’tiraf kirdinî xom û em şadîye mubarekey êwe pakim bikatewe.

ke emey wit xełkeke be tewawî řûyan têkird û zor sersamî em qise wigfitugoye bûn. witî: bełam xo taze min bedbext û małwêran bûm; xwa demêke pêy zanîwim, ewa nebûnîy û perêşanîy řojgar naçarî kirdim bewe ke êweş pêm bizanin.

heta em qisaney ekird xełkeke zyatir ekewtine ser hewesî ewe ke gwêy lê řabgirin û zyatir lêy kobbinewe. wityan: ewe çîye ke wa toy wa lê kirduwe? witî: le xwanetirsî û bedkirdarî cûlekekanî baw û bapîrim ke wextî xoy kirdinî be meymûn, hêşta lew mîrate şitêkîş bo min mawetewe! ew şiteş kilke. êste min kilkêkî dirêjim pêweye her yek le pêşa şitêkim bidenê le paşa pîşantan edem. emey wit û ’ebakey řaxist xełkeke ke emeyan gwê lêbû her be tewawî arezûyan peyda kird bo bînînî em şite seyre řûnedawe ke ta êste kes neybîstuwe û neydîwe ademîzad kilkî hebê. pare û şitî tir wekû baran le ałtûnekanewe barî be ser ’ebay derwêşî kelhuřîda û em qiseye şiłejeyekî da be awayî. paş ewe ke ’eba pare û şitumekêkî zorî têçû, derwêş seyrî kird eger lewe zyatir boy bênin boy hełnagîrê. çwar çimkî ’ebay hênayewe yek û bestî be kołya û şetekî da. lew kateda ke wa ’ebay şeteke dawe be kołya, kitupiř zor be ser samîyewe westa û serî pencey xiste demyewe û kewte beḧrî xeyałewe û wirtey le xoy çinî. xełkeke wityan: ewe çî bû? boç îtir kilkeketman pîşan nadey?

witî: bîstibûm ke hemû car mamosta fermûyetî řizgarî le řastîdaye û řastî witin gunaḧ eşwatewe êste ke min řastî em îşe nihênîyey xomim be êwe wit û î’tirafim kird, seyr ekem xitukeyek be leşma hat û hemû demarekanim le tewqe sermewe ta kołemustî pêm kewtine cûłe; wekû çon şitêk le şwênêkewe binrête şwênêkî tir, hemû şitekanî ew şwêne ał û gořeyan besera dêt. leşî minîş way lê hat. lem kateda ke baş têfkirîm ebînim ewa kilkekem le paşewe gwêzrayewe bo pêşewe. êste eger arezû eken ta pîşantan bidem!

xełkeke lem beserhate hemû seryan suřma û hendêkyan kewtine bołe û hindêkyan cinêw û hendêkyan wityan îşî xwaye, xwa qadre be ser hemû şitêka. kabra wirde wirde milî řêy girt û hatewe bo lay swałkerekanî tir û şew dahat, pêy witin: awa şit peyda biken!