sałêk gobendêk dakewtibû le silêmanî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  780 views

sałêk gobendêk dakewtibû le silêmanî, nûrî eḧmedî taha hebû witî: be şwênma egeřan hawřêyekî diłsozim hebû çûme małî ewan xom bişarmewe. ke çûm dostekem le mał nebû, pirsîm le xêzanekey: birajin kake eḧe le kwêye? witî: kake nûrî gyan danîşe êste dêtewe. witî her danîştim û her nehatewe. witim: birajin dwakewt ewe bo çî kake eḧe nehatewe? witî: be xwa kake nûrî ewî řastî bê çuwe xoy bişarêtewe. be lamewe zor seyr bû witim: neçûbê bo małî ême? witî: nazanim. le encama derkewt ewîş çuwe bo małî ême xoy bişarêtewe.