jinêk hebû le sine ferengêz xanmî naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  760 views

jinêk hebû le sine ferengêz xanmî naw bû. ḧew mêrdî kirdibû hemûyan mirdibûn. kabrayek hebû osa fetêy naw bû ew marey kird. osa fetêyş hate seruberî mirdin. ca ferengêz xanim le jûr seryewe danîştibû egrya, eyut: bawanekem! axir ke to eřoy min be kê espêrî? osa fetîş witî: be quřimsaẍî noyem!