ḧeme paşay caf ewe bû hemû caf lejêr ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1084 views

ḧeme paşay caf ewe bû hemû caf lejêr ḧukmya bû, xoyşî zor be gewreyî û xoşî řay’ebward. ke ekewête cejnekan her xizmetkarêkî la hebû ser û deste cilî be nawî cejnanewe bo ekirdin.

sałêk cejnî qurban bû, bawkî feqê şêteş her lay ew bû. ḧeme paşa bo her yek le xizmetkarekan deste cilêk eka. emir eka kurtanêkîş be nawî cejnanewe eden be bawkî feqê şête!

řojî cejin paş nan xwardinî cejin, dîwexan piř ebê le xizmetkar û serkomar ke hemû hatûn bo cejne pîrozey paşa.

xizmetkarîş her yeke deste cilî nwêy xoy leber kirduwe. bawkî feqê şêteş niqenq enîşê be kurtanewe û eykate kołî û eçê bo dîwexanî lejêr dewarî hejde hestûnîda. xełk hemû çawyan pê ekewê, ta hatin qise biken em xêra witî: xełkîne! lutfî paşa legeł mina lêreda der’ekewê, êwe nazanin paşa bo êwe emrî heryeke deste cilêkyan be nawî cejnanewe le bazař bo bikiřn, bełam bo min cilî taybetî xoy dakend û kirdî be berma. xełkeke waqyan wiř emênê û ḧeme paşa dest eka be pêkenîn.