le dyarbekir pyawêk hebû ḧîfoy naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  826 views

le dyarbekir pyawêk hebû «ḧîfo»y naw bû. em ḧîfoye pyawêkî dewłemend û be desełat bû. diz û dirozin zor tema’yan tê ekird; bełam boyan řê ne’ekewt. wekû dewłemendîyekey nawbangî derkirdibû, qaym karyekeşî bew core nawî derkirdibû, řojêk deste dizêkî kuřukał da enîşin û em basî qaym karî ḧîfoye dête nawewe, ke kes natwanê dizîy lê bika, yekêk lewane girew eka legeł ewanî tira ke eger biçêt û dizî lê bika beramber ewe emanîş şitî edenê. leser em biřyare le yek cya ebnewe.

şewê kabray diz eçê bo małî ḧîfo, etwanê biçête jûrewe. ḧîfo lêy be aga dêt, be bê çirpe heł’estê dê em dîwî dergakey lê egrê û dergakey lê pêwe eda. dize le jûrewe emênêtewe. paş maweyek ḧîfo pyawêkî la ebê «simo»y naw ebê, dizeke ezanê ew pyawey la heye û eynasê; bełam ew şewe le mał nabê û ḧîfoyş ezanê ke le mał nîye, be desanqes bang eka: simo, simo. dize bo ewey şwênewnî xoy bika û řêgeyek bo derçûn bidozêtewe xoy eka be simo û ełê: bełê, dinyaş tarîke ḧîfo ełê: a were tozê qaçim bişêle. dize dêt û dest eka be qaç şêlanî ḧîfo. dize dest û penceyekî nermî ebê le hî simo nerimtire. ḧîfo de’bakey řast ebêtewe. ełê: a simo were pişt hełke û le koşî xudanî xot danîşe. dize her ewe pêy nezanrê ke dize. çar naçar wa eka. ḧîfoyş çar naçar way lê ika!

paş maweyek dîsan ḧîfo ełê: a simo were koşî xudanî xot ewîş eçê û emîş ebê! be giştî pênc car way lê ekat. ḧîfo bargîre leřêkî lawazyan le mała ebê û bo carî şeşim bang eka simo! ełê: bełê. ełê: a biço nawî bargîreke bide.

dize eçê dolke řa’ehêłête bîrê awewe û awî pê hełêncê, bełam dolke diřawe, heta eykêşêtewe ser be ḧał tozê awî tya emênê, eyda be bargîr. bargîr her ber zimanîşî nakewê, be naçarî day’ehêłêtewe bîreke û carêkî ke serîxatewe, emîş ezanê dolke diřawe, bem core çend car em dolkeye exate bîreke û hełî ekêşêtewe û bargîr her têr naxwatewe.

ke egate em şwêne ḧîfo gwaya xew le xoy exa, dize be derfetî ezanê boy der’epeřê û der’eçê. ke dête derewe seyr eka wa deste dizêkî tir xerîkin dîwarî małekey ḧîfo ekenin bo ewey biçin şitêk bidzin. ełê: kuře ewe xerîkî çîn? ’ezyetî xotan meden. em małe hîçî tya nîye û tenha dû şit nebê, pyawêkî quřimsaẍî tyaye ełêy řonî meymûnî xwarduwe, le gan têr naxwa! mayne quřêkîşî têdaye ełê awbenîye, le aw têr naxwatewe! îtir bo kwê eçin?