wek xałî gone hênde xetabar û řûřeşim

From the Book:
Dîwanî Bêxud
By:
Bekhud (1879-1955)
 1 minutes  617 views
wek xałî gone hênde xetabar û řûřeşim
wek perçemî be şane nekirdû, muşewweşim
geh sîneçakî ẍemzeyî xûbanî bêwefam
gahê ketanî peřtewî řuxsarî mehweşim
wa sard û germî zuhd û gunahim ke tê’egem
meḧrûmî awî kewser û meḧkûmî ateşim
min çon nima ekem ke wekû gîskekey heyasNamed-Entity
hawşanî gurgî dêw û segî nefsî serkeşim
ey naxudayî beḧrî kerem wextî řeḧme pêm
keştî hemû şikawim û derya le baweşim
min sa’îlî şefa’et û to saḧîbî meqam
lew xwanî nî’metet bide sa luqmeyê beşim
min derdedarî derdî me’asîm û to tebîb
derdim dewa ke to bî xuda daweşa leşim
ta şad nebim be merḧemetî kîmyayî to
bûnî be zeř meḧałe misî qełbî, piř ẍeşim
herçend ekem xeyałî nesîmî şefa’etit
wek ẍunçeyî kirawe serapa weha geşim
şayî tikayî toye, minîş boye wa be şewq
saznideyêkî şayer û ’ebdêkî çaweşim
bêxudPen name be kirdewe û qise, xakim beser, weham
her wek dem û cinêwî butan nîşim û heşim