le dewrey ’ebdulḧemîdda ’ebdulḧemîd ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  828 views

le dewrey ’ebdulḧemîdda, ’ebdulḧemîd fermanî dabû ke «fele» nehêłn, ya byankujin ya musłiman bibin. kurdêk tûşî feleyekî dirawsêy xoyan ebê, lûley tifengî lê řa’ekêşê û ełê: kuře kafir! musłiman be, egîne etkujim. ewîş em enasê ełê: bira ême dirawsê bûyn û nasrawî yekîn çon emkujî? ewîş her ełê: kuře kafir! eger etewê netkujim musłiman be. ewîş ełê: başe musłiman ebim bełam to xot ezanî min felem nazanim biłêm çî? ewa emîş lûle tifengî le karaye, her ełê: musłiman be egîna etkujim. ewîş her eyut axir nazanim biłêm çî? emca kewte êre kabray kurde witî: ha! wełła nazanim biłêyt çî?