lew mukiryane melayek hebû mela ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  866 views

lew mukiryane melayek hebû «mela yarwel»y naw bû; murîdî şêxî burhan bû, pyawêkî heta biłêy be dîn û lexwatirs bû. le dêy «gułołan» bû, le lay pîrot aẍay gewre. «xime» cû hebû ewîş her le gułołan bû.

řojê pîrot aẍa dûsed timen le xime cû estênê be nawî cerîmewe. xime dê bo lay mela yarwelî ke biçêt bo lay aẍa û tikay lê bika parekey bidatewe. mela yarwelîş be mawey ew jyane pan û dirêjey řûy nekirdote małî pîrot aẍa be layewe wabû eger be ber sêberî ḧewşekeya têpeřê, eçête ceḧenim. çunke hemû małî aẍay be ḧeram ezanî. hemû kes emey beranber be mela yarwelî ezanî.

mela yarwelîş be xime ełê: xime to ezanî min naçim bo małî pîrot aẍa, bełam başe eger hate êre pêy ełêm bitdatewe. ximeş ełê: mamosta ewe to ełêy çî? be ḧezretî mûsa heta dû se’atî tir hemûy eka be qumar û şayyekî la namênê. xime zor ełê û mela yarwelî kem eybîst, her ełê: ba bête êre pêy ełêm.

le axra xime pêy ełê: mamosta eger biçît bo lay aẍa û em pareyem bo bistênîtewe do’at bo ekem biçîte beheşt! mela yarwelî sûk û barîk bebê qise heł’estê û eçê bo małî pîrot aẍa. pîrot aẍa le xoşîda pêy nakewête ’erz, çunke ta êste mela yarwelî neçuwete mał. mela yarwelî bo parekey xime cû pêy ełê, ewîş bebê qise her dûsed timeneke xêra be pyawî xoya enêrêtewe bo xime û pêy edenewe. maweyekî pê eçê şêxî burhan eme ebîstîtewe ke wa bew core mela yarwelî çuwete małî pîrot aẍa, eşzanê ta çend endaze mela yarwelî le xwa tirse. enêrê be şwênya û eyhênin. lêy epirsê: mela yarwelî bîstûme xime cû witûye do’at bo ekem biçîte beheşt biço ew parem le pîrot aẍa bo bistênîtewe, eme řaste? ewîş ełê: bełê qurban řaste. ełê: ca çon? to be do’ay cû eçîte beheşt? ełê: qurban ewende diłim be beheşteweye ełêm bełkû do’ay cûyşim bo bikewête kar û her bew şerte bîbînim!