kabrayekî cafî mîrweysî eçête kifrî ke ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  771 views

kabrayekî cafî mîrweysî eçête kifrî, ke eçête małî xanexwêkey awî bo dênin eyxiwatewe. sard û xoş ebê. epirsê: eme çîye wa sarde? ełên: awî şerbeye. ewîş ke eçête bazař û şerbeyek ekřê û piřî eka le aw legeł xoy eyhênêtewe bo małî xanexwêkey. şewê heł’estê awî lê bixiwatewe ke eynê beserewe qułte qułtî dê. ełê: ey gûy toy lê newarê! xo be turkî xerîke cimênim edatê. a to lêm geřê ta řoj ewêtewe êste liẍawî em małem ledemaye û leber em małe deng nakem, swey twê bitřênim we řîşî bawkita. dewêt bawik ba êste to em cimênanet dawê. beyanî ke le şar der’eçî eyşkênî û ełê: de biřo dewêt bawik awat lê ekem cimên edey!