wextê xoy pyawêkî turkiman hebû le kifrî ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  793 views

wextê xoy pyawêkî turkiman hebû le kifrî nawî mûsa bû ser be cemîl begî baban bû babanekan û cafekan toze nakokîyek hebû lebeynyana. dawudbegî caf mûsa egrê û têr û piřî lê eda û eşyewê bîxate naw sîrwanewe. xełk û xwa lêy epařênewe û nayełn û kabra egeřêtewe bo lay cemîl beg û karesatekey tê egeyenê. cemîl beg gile enêrê bo kerîm begî fetaḧ beg, ke bira gewrey dawudbeg bû. ełê: bo çî le pyawekemyan dawe? kerîm begîş wełam enêrêtewe bo cemîl beg û ełê: babe ême le batî heqekey xotan le merdan biden, ke ewîş turkimane û ser be êmeye!