kabrayek hebû bawenûrî naw bû qerz...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  740 views

kabrayek hebû «bawenûr»y naw bû. qerzarî kabrayekî şarî bû. kabra herçend hawarî ekird, bawenûr hîçî nebû pêy bidatewe. le axra řojê le keleberêka be gîrî hêna û řapêçî da. bawenûr witî: babe bo nîweřo were bo małewe parekem bo danawî etdemê.

bawenûr çuwewe bo małewe bełam zor peroş bû. jinekey lêy pirsî: bo çi wa doş dabirdûy? witî: wazim lê bêne qerzarî kawray şarîm, be gîrî hênam û witim pareketim le małewe danawe. were boy. êsta nîweřo dêt û hîçim nîye bîdemê. nazanim çî bikem? jineke witî: xemit nebê, ke hat min pêy edemewe. kabra witî: çon? to le kwêt bû? witî: to karit nebê ke ew hat to xot mexere berçawî, min cêbecêy ekem.

kabray şarî bo nîweřo çû bo małî bawenûr û leber qapî westa û daway bawenûrî kird. jine le pêş eweda ke kabra bêt hendê diřk û dałî leber qapîyekey xoyana danabû enca çû be pêşwazî kabra witî: ha bira çîye? kabra witî: qerzim lay bawenûre û boy hatûm. jine witî: bexêr bêy heqeket lay mine, min etdemê. kabra zorî pêxoş bû witî: debênye. witî: ew diřkane ebînî le ber qapîyeke? witî: bełê. witî: qerzeket bew diřkaneweye. witî: çon? witî: ewe ew diřkanem lewê danawe beyanî û êwaran awayî bewêda dêt û eřwa, xurîyekanyan ebê be diřkewe, min lêy ekemewe û eyşomewe û eyřêsim û eykem be cacim; eybeme bazar û eyfiroşim û eydem be pare, eydemewe le batî qerzeket.

kabra em keyn û beyney zor belawe seyr bû destî kird be pêkenîn. bawenûr leser banewe xoy şardibuwewe, ke gwêy le dengî pêkenînekey bû milêkî lar kirdewe û seyrêkî kabray kird, witî: ha seyrke, ke heqekey xoy destikewtotewe le xoşyana pê’ekenê!