ełê lew wiłate le bêşeyeka şêrêkî lê bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  763 views

ełê lew wiłate le bêşeyeka şêrêkî lê bû hemû gyanleber û diřindekanî lêy etirsan be taybetî destey «çeqeł» zirawyan lê çû bû. řojê em çeqełane ko bûnewe ke bełkû çarêk bo xoyan bidoznewe û le dest em şêre řizgaryan bibê. çeqełêkî zor pîrî kone sał hebû witî: çarî asane eger êwe bitwanin ewî min eyłêm bîken. wityan: fermû her şitêk biłêyt eykeyn. witî: min eme çend sałe tûkî kilkim her hełwerîwe û le kunekema mawetewe. pena berne ber «gorewîle» ew tûketan biřêsê bîhênnewe min le ser řêgey şêrekeda eykem be daw û boy enêmewe, pêwe ebê û ew wexte hemûman řizgarman ebê le destî.

emca wekû ew witî wayan kird û be ben û gurîs û ewîş çû le řêgey şêrekeda dawêkî nayewe. şêreke be neře neř û girmegirim bewêda têpeřî wiherdû destî le nakaw bû be dawekewe. nextê hêzî daye xoy û wîstî guř bibestîtewe bo piçřênî, ke çî her dû qaçîşî pêwe bû. îtir be carê pirzey lê biřa û řoj be řoj heta ehat lawaztir û bê hêztir ebû gyanêkî tyamabû ya nemabû.

řojêk mişkêk bewêda têpeřî seyrî şêwey kird. bew core, serî suřma û çû be layewe witî: ha! şay gyandaran! xêre wa bem core lêreda kewtûy? witî: biłêm çî emeye ke embînî. beserawmetewe û pel û pom biřawe. mişke witî: asane eger bifermûy min her êste řizgarit ekem. şêre witî: ca çî lewe çaktir heye?

mişk tê kewt, ewendî kefre kûnî hemû kemendî dawekey xêra be didan qirtand û mişkeke keseyrî kird şêreke milî řêgeyekî girtuwe ke ew řêgeye le bêşeke der’eçê. kewte şwênî û pêy wit: şay diřindekan! ewe bo kwê oẍir ekey? witî: wełła lem bêşeye eçme derewe û em şwêne be cê dêłim. witî: axir to çon em şwêne be cê dêłî? em cêgaye nîştiman û wiłatî xot û baw bapîranit buwe, êste çon diłit dêt be cêy bêłî? şêre witî: wazim lê bêne gû ekeme ew wiłat û nîştimaney ke çeqeł bimgirêt û mişk beřełam ka!