ełê carêk gurg witî tobe ekem û îtir be...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  769 views

ełê carêk gurg witî tobe ekem û îtir bese em diřindeyî û azar geyandine be xełk, ba řêgey ḧec bigirme ber û paş ḧeceke le goşeyek bo xom danîşim, xerîkî xwa perestî bim ta xwa em emanetem lê wer egrêtewe!

lêy da wirde wirde be řê kewt û řoyşit. birsîyetî řoj be řoj bê hêztirî eka. way lê hat lakey ehat le birsana. řojêk le dûrewe êstire geřêkî berçaw kewt ke berełła kirabû. witî: xwa le wextî teng û çełmeda ḧeramî ḧełał kirduwe, min eweta le birsana emirim, ba tobeşim kirdibê û bo ḧeceyş biçim, bom ḧełałe, biçim em êstire bixom, çunke eger neyxom emirim û pekî ’îbadet û xwanasîyekem ekewê.

çû be lay êstire kewtuwekewe û xoy lê xoş kird. êstir pêy wit: mam gurg ewe oẍir bê wa lem deşteda wirde wirde eřoyt û hatûyt be lay minewe? witî: wełła oẍirit xêr bê, emewê biçim bo ḧec, bełam zorim birsî bû be şer’ bom ḧełałe to bixom û hatûm bitxom û paşan biřom.

êstir witî: ya xwa bexêr bêyt û xwa ḧecit qebûł bika! be řastî minîş lem jyane weřez bûm, emewê řizgar bibim. bełam mam gurg xot ezanî gelê ḧedîs û ayet le ser ewe heye ke eger gyandarêk ser biřřa be corêk serî bibiřn ke zû gyanî derçê, êste minîş wextî xoy ke nał kirawim bizmarêk le wextî nałekeda çuwe be goştekeda zor azarim eda, to lew lawe bimxoy û lem laşewe ew azarem hebê eme pêçewaney ew xwanasîyeye ke to girtûte ber. eger be zeḧmetî nezanî le pêşa ew bizmare derênî û paşan be şêneyî bimxoy zor xêrit ega.

mam gurg witî: řast ekey kameta ta bot derênim. êstir qaçî berz kirdewe pîşanî da, mam gurg be westayî limozî bo dirêj kird derî bênê, lew kateda êstireke leqeyekî małî be dem û limozî gurgekeda hemû dyanekanî kewtine xwarewe û lewê be bêhoşî û êstirîş lêy da řoyşit! paşan ke hatewe hoş xoy û seyrî ḧał û bałî xoy kird, řûy kirde xoy be xoy wit: axir xwa bitgirê gurg. to bawkit nałbend bû! bapîrit nałbend bû! to çî û nałbendî çî! de bîxo ewe derdit bê!