qani’î şa’îr le silêmanî kirdibûyan be mamo...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  981 views

qani’î şa’îr le silêmanî kirdibûyan be mamostay ḧepsexane ke biçê dersî dîn û çake kirdin be ḧepsekan biłê û fîkirî xirape kirdin le barey dînewe le seryan la bida. kuřêkî hebû «kutek»y naw bû. kutek pêy ełê: ca babe to bew şêweye we’iz û nesîḧetyan bikey îtir berebere ḧepsixaneke çoł ebê û îtir toş nanit ebřî. ewîş pêy ełê: řołe xemit nebê, wayan lê ekem her legeł çûne derewe, xêra pyawêk bikujin û bigeřênewe bo ḧepsixane!