ḧacî emînî kake ḧeme gêřayewe witî zû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  699 views

ḧacî emînî kake ḧeme gêřayewe witî: zû culekeyek hebû «xwace şelemo»y naw bû, dirawsê dûkan bûyn. le xanekey êmeda ewîş tacir bû bełam wekû mindałî berdestiman wabû her îşêkman ebû bewman ekird. betaybetî min, hîç le qisem der ne’eçû. ticaret legeł musił û beẍdada ekira. ke xwace şelemo eçû bo yekêk lew şwênane dirawsê dûkanekan lêy ko ebûnewe ew eyut xwace ew sed lîreyem bo bide be fiłan kes, ew eyut ew pênc mecîdîyem bo bide be fiłan tacir le beẍda. îcgar legeł mina zor řêk bû, tenanet wextî wa ebû mîwanêk ehat bo ḧucre û kes be destewe nebû, pêm ewt xwace şelemo tuxwa be zeḧmetî mezane bangî çayek bike ya tozê aw bêne. ewîş xwa heqe hîç dirêẍî ne’ekird û her wekû mindałî berdestim le berdestima heł’esûřa. îtir be dirêjî ’umirman eme ḧałman bû. sałêk barxaney bar kird û çûyn bo řûsya; çûyne «wareşew». xwace şelemoyşiman her legełaye û ewîş tacrêke wekû ême û bigre zyatrîş. řojêk le warşew îḧtyacî awim bû, witim: to xwa xwace şelemo be zeḧmetî mezane mesîneyek awim bo piřke emewê destinwêjê bişormewe. ewendem zanî xwace şelemo herdû çawî sûr bû û witî: wis, qisey zyad meke. çawit bikerewe êreş silêmanî nîye her qisey zyad bikey; êre warşew û řûsyaye. pyawî wam heye her kêrî dû ewendey milî to estûre! mesînem bo piřke, wa ezanê êreş silêmanye. witî wełła ke emey wit îtir minîş hîçim pê nema.