biley ’ase hebû le silêmanî le lay zêw...
From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
1 minutes
965 views
«biley ’ase» hebû le silêmanî le lay «zêwer»y şa’îr eyxiwênd. gelê mindałî tirîş bû, her ke zêwerefenî eçuwe jûrî polekewe. bile destî ekird be giryan û destî berz ekirdewe û destî ekird be pařanewe. zêwere fenîş eyut: seg cisin min hêşta hîçim lê nekirdûy, hîçim lê nepirsîwwî, lêm nedawî bo çi wa ekewîte pařanewe û giryan? ewîş eyut: efenî eger lêm bidey zortir egrîm. naçar wazî łê ehêna.