kabrayekî tacir hebû lew sere barxaney...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  616 views

kabrayekî tacir hebû lew sere barxaney bar kird û çû bo tewrêz. wa řêkewt lewêşewe çû bo řûsya. karwanekey çend sałê dirêjey kêşa, xizmetkarêkî řeş pêstî keçełyan le mała hebû, wa dyar bû xanim legełya řêkewtibû û dû xułamî lê bibû.

řojê xeberyan da ke aẍa hatewe. kabray xizmetkar mindałekanî hełgirt û yekêkyanî xiste serşanî û ewîkeşyan be şwênyewe çûn be pîr aẍawe. aẍa mindałekey ser şanî çawpêkewt witî: eme hî kêye? witî: hî xanme.

aẍa witî: bexwa seyre. kabra witî: ewey be şwênmeweye ew seyrtire!