qazîyek hebû le hełebce řojêk jinêk ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  593 views

qazîyek hebû le hełebce. řojêk jinêk eçête lay şikat le mêrdekey eka. jineke dû çawî zor cwanî pêwe bû. serpoşekey hêna bû beser řûmetya her çawekanî bederewe bûn. mêrdekeşî legeł bû.

qazî çawî jine be tewawî karî têkirdibû. her qiseyek ew eyut em eyut řastekey. herçyekîş mêrdekey eyut, eyut diro ekey. mêrde hestî kird eme îş le kwêdaye, her destî bird serpoşekey le ser jineke lada û řûmetî derkewt. qazî seyrî kird řûmetêkî zor naşîrînî heye. diłî pêka hat witî: heste biřo jine, çawî mezłûmanit heye û řûy załman! le lay mêrdî xot danîşe, şer’ efermê řûmet le mêrd û le qazî napoşrê.