’êl le kwêstan bû kwêredêyyek heye lew...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  675 views

’êl le kwêstan bû. kwêredêyyek heye lew nawe «dwawe»y naw bû. carêk meḧmû paşa feqê şête enêrê bo dwawe. her çend sał zû bû, bełam leber ewe ew wiłate kwêstane her zû baran û zistan dêt. le řîgeda eyka be baran û quř û çiłpaw. lew kateda jin û pyawêk bêşkeyekyan pêye û lew naweda lejêr ew baraneda esûřênewe. feqê şête řêgay lê têkçûbû, eçête lay pyaw û jineke ełê: erê tuxwa bira řêgay dwaw kameye? kabraş ełê: erê kabra to şêtît? eger min řêgay dwawim bizanyaye lejêr em barane û lenaw em çiłpawe be jin û mindałêkewe bo gîrim exward? feqê şête ke eme ebêt camanekey serî ekatewe û eyka be desesřî destî û le tenîştyanewe dest eka be hełpeřkê û be çopî kêşan.