le zemanî şêx meḧmûda leşkirî şêx meḧmû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  617 views

le zemanî şêx meḧmûda leşkirî şêx meḧmû le «casane» ebin. teyare dête seryan şiprizyan eka. amozayekî kwêxa ḧesenî kanî gome hebû ewîş le leşkirekey şêx meḧmûda bû. leşkir şipirze ebê û heryeke eyewê bo xoy derbaz bibê, ew amozay ḧacî ḧeseneş be pele maynekî dênê û leber şipirzeyî berewaje swarî mayneke ebê! pêy ełên: kuře xwa bitgirê ewe to çon swarî bûy? ewe berewajeye. ewîş ełê: kuře min berewaje swar nebûm mayne segbab xêweke xoy hełgêřawetewe û be barî çepda řawestawe!