pîrêjnêkî bêwejin xełkî ew wiłatî şînawê...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  906 views

pîrêjnêkî bêwejin xełkî ew wiłatî «şînawê» û «guławî»ye kuř û kiçêkî hebû, kiçekey «ame»y naw bû. kuřekey «mamend». kewtibûne ew wiłatî mukiryane û lewêda girsabûnewe. hercar ke mamend eçuwe derewe û ehatewe daykî lêy epirsî: kuřim deng û bas çîye? ewîş eyut: hîç nîye. pîrêjin be pirsyar kirdin kuřey weřes kirdibû.

řojêk kuře hatewe û daykî wekû caran lêy pirsî kuřim deng û bas çîye. lew kateşa jine be herdû dest xerîkî hewîr şêlan bû, namey kiçîşî lew lawe danîştibû, kuřeş witî: weła daye îmřo ’ezîz xanî serdar fermanî derkirduwe jinî bê mêrd nemênêtewe, ebê hemû mêrd biken. bêcge lemeş ebê jinî pîr bidrê be kuřî genc û jinî cwanîş bidrê be pyawî pîr! ke kuře emey le dem hate derewe amey xuşkî lewlawe cirtêkî kend û witî: çon wa ebê?

emca daykey pîrêjin be dem hewîr şêlanekewe witî:

cirit û mirtî pê nawê
namey kiçî guławê
eto dekey cirtanê
e min dekem gemanê!
to çaktirî dezanî
ya serdarî bokanî?
ew qiseyey ew kirdî
eygêřêtewe mamendî
be ayet be qur’an
be çawekey ’ezîz xan
biřyarî wî dirawe
kes naygêřêtewe dwawe!