kabrayek lew deşte leser pêşaw danîştibû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1142 views

kabrayek lew deşte leser pêşaw danîştibû. dewruberekey řez bû. şengesûreyek hat û day be da’bakeyewe. ta hatewe bo małewe de’ba bû be qed kundeyek. pîşanî jinekey da, jine witî: emet le kwê hêna? kabra le diłî xoya witî: aş le xeyałêk û aşewan le xeyałêk.

witî: be xwa jineke ewey řastî bê hînekey xom û de lîrem baqî dawetewe emem le kabrayek wergirtuwe. bełam êste peşîmanim; çunke be de lîreke hezar kasbîm pêwe ekird. jine witî: hîç peşîman mebe, eger le hemû ’umrî xota mu’ameleyekî başt kirdibê her em mu’ameleye buwe. minîş her êste de lîreket edemewe. her xêra çû em çend sałe çi pareyekî be pûle pûle le mêrdekey dizî bû, hênay. ke seyrî kird le batî de lîre, yanze lîreşe, kirdye destî mêrdekeyewe û witî: ewa lîreyekîşî zyade bo to başe îşêkî pêwe ekey!

le paş sê çwar řoj kabra wanêkekey çak bwewe û nawsawyekey nema û wekû xoy lê hatewe. jine betûřeyyekewe witî: ewe ew de’bakey kiřîbût çî lê hat? kabra witî: jineke deng meke eme xo be małî dizyetî derçû. xawenî bo peyda bwewe û lêyan wergirtimewe! jineke witî: ke wate biłê eme małî dizyetî bû kewa bew herzanîye kewtibuwe dest; egîna îmřo ew core şite benirxane çon eden be ewende pare. bizane eger carêkî ke şitî wat dest kewt neyełî xawenekî pêy bizanêtewe!