lew wiłatî qurweye dû mał le ḧewşeyek...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  917 views

lew wiłatî «qurwe»ye, dû mał le ḧewşeyeka bûn. ewîş her le ser kurdewarî ejmêrdirê. le kurdewarîda be taybetî le ladêkana hîçî têda nîye eger çend mał le ḧewşeyeka bin. le yekê lem małaneda jinêkî mêrdidarî cwankele hebû, le małekey tirîşa kuřêkî gencî law çak, em kuře û jine ser û sewday dostayetî û desbazîyan pêkewe damezrandibû, bełam herçendeyan ekird bo îşî xêr neyan etwanî be yek bigen û kułukoy derûnyan tozê damirkêtewe.

řojêk jineke be kuřekey wit: bem core ême natwanin be yek bigeyn; çunke be řoje ke mêrdekem le mał nîye toyş le mał nît, be şew ke to le małît ewîş le małe; ke wate çar nîye, şew katê ke mêrdekem nûstuwe to bêyt û îşî xot cêbecê keyt. eme le hemûy çaktire. eweş bizane ke mêrdekem xewêkî zor giranî heye, bełam bo ewe ke leber ewe dinya tarîke, minit legeł mêrdekema lê têk neçê, min serî dezûyek ebestim be pencey pêy xomewe, serekey tir to le jûrekey lay xotan ke be tenîşt jûrekey êmeweye bîgrî be destitewe, be şarezayî dezuweke şewê etwanî bêye serim.

leser em peymane xanim dezuwekey best be pencey xoyewe û serekey tirî xiste milî kuřey dostîyewe. jine le katêka ke legeł mêrdekeya nûstibû pêy mêrdekey gîr kird le dezuweke, pirsî: eme çîye?

jine her wa be sadeyî û sardîyewe witî: pyaweke ełên her kes çił řoj ber derkî małekeyan biřşênê û giskî lê da, le şewî çilemînda xîdrî zînde - zînde řoḧim be qurbanî bê - dête xewî. ew keseş ebê dezûyekî sipî bibestê be pêy xoyewe, çunkî dezûy sipî giznigî firîşteye. toxwa mêrdeke binû ba hîç deng û sengêk neye, newek ḧezretî xidirim lê biřewêtewe!

mêrdekey sereta bem qiseye pêkenînî hat, bełam paş ewe ke jinekey xewî lêkewt, bû be girê le diłya. be hêwaşî hênay serî dezuwekey le pencey pêy jinekey kirdewe û bestî be pencî xoyewe û le diłî xoya witî: lê geřê jinekem ’ezyetî kêşawe ba xêr û bêrekey min werî bigirim. min ew xo her yek małîn, her xêrêkim le xidrî zîndewe dest kewt, dyare jinekeşim tyaya hawbeşe! leber ewey ke dinya hawîn û germ bû, ewîş wek jinekey tengey xoy lê kirdewe û be řûtî lêy nûst.

emca lew lawe kuřey xanmibaz - ke agirî beyek geyştin legeł dostya hełî girtibû - ew şewe hîç xew neçuwe çawî. deqeyekî be sed sał lê eřoyşit ke kewte paş nîweşew, behêwaşî hesta be diłekutê û be diłetepê be her cor bû xoy geyande odey jineke be şarezayîy dezuweke hat ta geyşte ser pêy kabray mêrd. dinyaş tarîke, nazanê, lay waye eme pêy jinekeye; çunke peyman wa buwe, kabrayş lewpeřo kewtibû, kuře wîstî xeberî katewe [bo ewe îş û kar le şwênî řesmî xoyewe biřwa] bełam le tirsa lewey mêrdekeşî xeberî bêtewe. benaçarî her le dwawe peřîye koł kabra ke ew be jinî zanîwe û lêy tund kird. ke em lêy tund kird! kabra xeberî bowe û be dengêkî berzî be tund witî: ya ḧezretî ’ebas! ya ḧezretî ’ebas!

kuřî bedbext ke le yekem şewa bûkî be nêr bo derçû, ḧepesa û řaçenî, her ewey pê kira derî hêna û berew dwa pêy lê kird be pişta!

le hera û nałey kabra, jineke be xeber hat û pirsî: mêrdeke çî bû?

bo çî hawar ekey? kabra leber janî dway dengî xaw bibowe be nûzeyekewe witî: hîç, hîç, eger ḧezretî ’ebas negeyştayete firyam, xidrî zînde - řoḧim be qurbanî bê - hemû dewruberî kommî parçe parçe ekird!