kořêk bûn le lay min danîştibûn basî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  474 views

kořêk bûn le lay min danîştibûn basî postey mîsir û ’êraq ekira, ke kaẍez le ’êraqewe eçê bo mîsir û pûłî postekey 14 filse, keçî le mîsrewe dê bo ’êraq û pûłekey 15 filse, ew filse zyadeye ebê leber çî bê? yekêk le kořeke bû şêx ’ebdułłay naw bû, be sardîyekewe witî: «hełbet leber eweye ke lewêwe bo êre serewjûre, boye ew filse zyadeye wer’egirin».