kabrayekî ’elaf genim û coyekî zorî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  520 views

kabrayekî ’elaf genim û coyekî zorî hebû, hełî girtibû bo giranî. be řêkewt ew sałe baran tozê dwakewt û kabra le demaxa bû. řojêk kitupiř hewrêkî hêna û wirdewrde baran daykird. kabra demaxî şika û letaw diłgiranîy xoy çuwe jûrewe, diłî biřwayî ne’eda ke bêt û baraneke bibînê. kuřêkî hebû hemû car eynarde derewe, pêy ewt: a řołe biço bizane ebarê ya nabarê? kuřeş ehatewe eyut: bawe wirdewrde ebarê, şitêkî wa nîye!

carêkyan îtir kabra aramî lê hełgîra û witî: «řołe ew wirdewrdeye çawî bawkitî kwêr kirduwe».