kabrayek hebû le silêmanî ḧemey...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  556 views

kabrayek hebû le silêmanî «ḧemey nazê»y naw bû, em ḧemey nazêye lew dîwî girdekey «zêřînok»ewe berecûtî zewî hebû; hemû sałê eykêła û bewe ejya. em kabraye ewende tînû bû be baran, eger dinya aw bîbirdaye ew her eyut: «naşukirî nebê! îmsał baran nîye, sał sałî par bû». ke ekewte sałêkî tir, çeşnî pêşû binêşte xoşey bin danî her ewe bû, eyut: «naşukirî nebê îmsał baran nîye, sał sałî par bû».