şêx meḧmûy şêx se’îd -ew şêx meḧmuwe...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  651 views

şêx meḧmûy şêx se’îd -ew şêx meḧmuwe ke bêguman lem çerxeda gewretrîn pyawêkî kurde û benawbangitrîn nawdarêkî kurd bû- lew řojewe ke le bêşkedara bû ta ew řojey çuwe bêşkey xakewe -wata mawey 78 sał jyanî- (xoy) be şořş û hera û be pêşkewtinî kurdewe xerîk kird. mawey jyanî ew, mêjûyekî řûnakî syasî kurd buwe, gelê lapeřey hełdayewe û gelê řojgaranî ajawey çaw pê kewt, her bo ewey kurd le kołîtî bênewayyewe bikewête koşkî azadî. lem řêgeyeda gelê çewsanewe û karesatî beser hat. êran û tûran û hîndûstan nema neçê û neyben; carêk destî be tifengewe, carêk destî be desbenewe, carêk be nawî «melîkî»yewe, carêk be nawî «dîlî»yewe!

le encamî em karesataneda şêx meḧmû geyşte şwênêk ke naw ebra be melîk û pêy ewtira melîkî kurdistan. hem xoy nawî wergirt, hem kurdistan, dyare eme lapeřeyekî zêřîn bû hem boxoy, hem bo kurdistan, boxoy çunke řenge ta em dewreye kurdistan bem nawewe, ew nawey be xoyewe nedîbê.

legeł emaneşa şêx meḧmû newek tenha heway melîkî û berzî madî le sera bûbê, bełkû heway řuḧyat û me’newyatî gelê zyatir bû le heway pêşûy.

lêreda leser pêwşiwênî padşa berzekanî kon eçû beřêwe, dîwexan řabwardinî legeł aşnayanî edeb û zanistîda bo barî edeb û şî’ir û qisey cwan û piřme’na kemtir nebuwe le dîwexanî ew padşayaney ke êste be sedha kitêb leser qise û nukatyan nûsrawetewe. bełam daxî giranim çunke zimanî kurdî -leber her şitêk bûbêt- bênaz buwe, xoy û pyawî û qisey cwanî hemû bûn be jêr lêwewe û wekû xoyan bênaz řoyştûn! daxî giranim eger nûsrawî kurdî be zimanî kurdî bibwaye, ebê lew biřwayeda bîn ke êste kitêbxaney nûsrawî kurdî kemtir ne’ebû le kitêbxaney ew qewmane ke şanazî be nûsraw û zimanî xoyanewe eken!

tu xwa ba řojgar lapeřey jyanî şêx meḧmûy melîkîş bişarêtewe, wekû lapeřey jyanî hezaran pyawî nawdarî kurdî şardotewe. «tilk alayam nidawilha bîn alnas».