kabrayekî berkêwî kuřêkî bû xiley naw...
From the Book:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
        By:
                Alaaddin Sajadi (1907-1984)
        
             1 minutes
             1244 views
        
        
    kabrayekî berkêwî kuřêkî bû xiley naw bû, nexoş bû. lêyan pirsî kuřeket çake şukir? witî: «nawełła! emřo le hemû řojan xiraptire; tenanet sê teḧamanim lo danaye, le hîçyanî nexward!» wityan: teḧamekan çî bû? witî: «beřû be kałî, beřû be kuławî, beřû be birjawî! înca xile bê û beřuwan nexwa!» yekê lewlawe witî: ha em kułwe şekirokey bo bere, bełkû bîxwa. kabra witî: «min ełêm beřuwan naxwa, înca norey şekirane!»