kabrayek le dêy sukte şwan bû le pirêka...
From the Book:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
        By:
                Alaaddin Sajadi (1907-1984)
        
             1 minutes
             1191 views
        
        
    kabrayek le dêy «sukte» şwan bû, le piřêka wazî le şwanî hêna û řoyî. le dway sê çwar sał pyawêkî sukteyî eçê bo estembuł, lewê çawî pêy ekewê ewa kewayekî şîrdaxî sûr û sełteyekî çoẍey leberaye. ełê: dyare şukir eḧwałit xoşe? mubarek bê! cilî cwanit leberdaye. kabra ełê: «bira! ya xwa be mîratî kewê! min keway sûr û sełtey cwanim bo serban û seranwêlkî sukte ewîst!»