le dewrî meḧmû paşada qazîyek nêrraye ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  601 views

le dewrî meḧmû paşada qazîyek nêrraye hełebce, mela eḧmedî naw bû. řemezan besera hat, ew sałe bîst û no řoj bû, sałî dwayî řemezan le hewwełewe řojêkî lê xurabû le axrîş be bîst û no řuj, qazî fitway cejnî derkird, řemezanî ew sałeş bû be bîst û heşt řoj! înca meḧmû paşa nardî mezbeteyekyan kirdewe û nardî xoyşî morî bika. qazîy pirsî: paşa eme çîye? witî: qazîyefenî mezbeteye kirdûmetewe û eynêrim bo ’ebdulḧemîd le estembuł. witî: boçî? witî: bo ewe ta bîst û heşt sałî tir to lêre bimênîtewe îtir řemezanman betewawî le koł exey, çî leme çaktire?!