meḧûy sofî meḧmû nawêkî bo micewrî xan...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  612 views

meḧûy, sofî meḧmû nawêkî bo micewrî xaneqa girtibû, dwanze sał bû micewr bû, meger şêx zorî diro lê bîstibû. şewêkî zistan le dway nwêjî xewtinan şêx eřwatewe bo małewe, le heywanî xaneqa le tarîkîda tûşî zelamêk ebê epirsê: kuře kêye? kabra ełê: minim. şêx dîsan epirsê: to kêyt û nawit çîye? ełê: qurban sofî meḧmûy micewrim. meḧûy qołî egrê û eybate jûrî xaneqa û bang eka: erê xełkîne êwe û xwatan, em pyawe kêye ke destî be destimeweye? xełkeke hemû ełên: qurban sofî meḧmûy micewr. înca şêx ełê: aferîn sofî meḧmû řeḧmet le babit. xełkeke ełên: ya şêx ewe mebestit çîye? ełê: xełkîne xotan ezanin em pyawe dwanze sałe le lame û le xaneqaye û micewre, lem dwanze sałeda îmşew em řastîyem lê bîst ke witî: min sofî meḧmûdim!