’elî xanî erkewazî le beẍda eçête ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  628 views

’elî xanî erkewazî le beẍda eçête çêştixaneyek, legeł çêştekana zeytûnîşî be çetałêkewe bo da’enên. be çetał dête wêzey zeytûn, her çend çetałekey bo da’ehênêtewe zeytun wekû beçke kerwêşk le jêrya řa’eka û bew naweda xil ebêtewe û ber nakewê! şagirdî çêştixaneke çawî lem bezme ebê, her dêt û çetałekey lê wer’egrê û yekewcar ałqey denke zeytûnî eka û zeytûn ebê beser çetałewe û eyda be dest ’elî xanewe, ełê: fermû: ’elî xanîş ełê: kuře baweḧîz! eger min şeketim ne’ekird ba to awa bihatyaye û bitgirtaye, îtir tiř û fîzî çî ekey?