kabrayekî şatrî hebû eḧe cûceyan ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  609 views

kabrayekî şatrî hebû «eḧe cûce»yan pê ewt. çuwe xizmet meḧmû paşa, witî: paşa qinge zewîyekey gwêy çemekey «dełên»m pê bide eykem we nêrke kahû, ta le kwêstan tênewe giştî qef ekêşê, ba îtir xoman newřîn we ser gorane bê feřekana. bo çiłê kahuwe gwêy wî, êşî mirdigî bawkyan dertêrî. meḧmû paşaş efermiwê: eḧe ew zewîye kahûy tya nabê ewe çon bekełk dêt? eḧeş ełê: paşa! min kerêk û to kerêk, we qewrekey ḧeme paşa ewendey kut bo têrim le lûtî bawkiman bêtewe, kahûy wa bêrê, nêrkî wat le xewa nedîwê! paşa dest eka be pêkenîn û îtir hîç nałê.