kabrayekî pîrî kurd bew kelî derbendîxane ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  582 views

kabrayekî pîrî kurd bew kelî «derbendîxan»eda be pêyan ser ekewt û zor mandû û perêşan bû û ney’etwanî biřwa. destî berz kirdewe bo ’asman û destî kird be pařanewe û witî: xwaye pîrim û bêhêz, be gewreyîy xot le xezêney ẍeybewe, gwêdrêjê, mayînê, şitêkim bo binêre ba swarî bibim û lew hewraze serim bixa!

em lem niza û pařaneweyeda bû, kitupiř le dwayewe xiřeyek hat. ke lay kirdewe wa kabrayek swarî mayînêk buwe û cwanûyekî be şwêneweye. witî: be xwa baş bû nizakem gîra bû, xwa ew cwanuwey bo nardim, êsta swarî ebim û řizgarim ebê lem serewjûrîye! hendê çaweřêy kird swareke geyşte cê, swareke le kabray xuřî: kuře kabra to çît? witî: be qurbanit bim, pyawêkî pîrî řêbwarim û wa tûşim buwe be tûşî em hewrazewe, herçend ekem natwanim pyaya serkewm. kabra witî: kawra wa dyare toyş serewjûr eřoy, em mayînem êsta lem binareda za û ew cwanuwey buwe, cwanuweke korpeye û natwanê ser kewê, to bom bigre be kołewe, ta le hewrazeke ser ekewîn!

kabra witî: kuře pyawî çak be min xom natwanim biřom, êsta çon etwanim cwanû hełbigrim? kabray swar destî daye tifeng û witî: we kelam dwîtbawik hełî egrî başe egîna we tenha fîşekê sardit ekemewe! kabra le taw gyanî xoy nîşt be cwanuwewe û cwanûy hełgirt, ney’etwanî biřwa û neşî’ewêra neřwa! leber xoyewe eyut: erê xwa we qurwanit bim to ke le du’a tênagey buç gîray ekey? min witim wiłaẍim bo binêre swarî bim ya witim swarim bibê?