kabrayek parey lay kabrayekî tir bû ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  580 views

kabrayek parey lay kabrayekî tir bû, ney’edayewe û eyut: lam nîye. ewîş witî: bawkim ba biçîn bo lay mela bo şer’, swêndim bo bixo ke lat nîye ew wexte wazit lê dênim. çûn bo lay mela û kabray dawaker be melay wit ke swêndî em kabrayey bo bida, melaş qur’anî hênaye pêşewe û hat be çoka le xizmetî qur’ana û pêy wit: swêndî bo bixo. kabra destî hełbiřî û day be qur’ana û witî: be heqî em qur’ane hîçî em pyawem la nîye! lepaşa mela qur’anî hełgirtewe û be kabray wit: bawkim bêne «kefare»y swênd û qesemnameke bide. kabra witî: tu xwa mamosta bê zeḧmet eger qur’aneke nehênîtewe. mela qur’anî hênayewe, inca kabra be herdû dest małîy be qur’ana û witî: be heqî em qur’ane hîç qesemnamem la nîye!