pîremêrd - be řeḧmet bê -, boy gêřamewe ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  971 views

pîremêrd - be řeḧmet bê =-, boy gêřamewe witî:

desteyekî wek guł kewtibûyne yek, her şewê le şwênêk ko ebûynewe, be şi’ir û edebyat û dwayî be yarîy feqyane û bezmî qedîmane řaman ebward, le dway emane şewçereyan ehêna. ca be hoy şewçerewe kabrayekî laplerseng xoy kutabuwe ew komełewe û ’eyşî pê tał kirdibûyn, xoy kirdibû be hawdemêkî nahemwar û le hemû qiseyekda hełî edaye û herze çeneyî ekird, car carîş basî xełkî ehênaye nawewe, her çîyekîşyan bihênayete meclîs lepêşa piřî pya ekird! xwa lêy xoş bê mamosta mela ḧisêne goce, yek dû car sîxurmey geyandê, ’arî ne’ena, kesîş řûy ne’ehat be aşkira derî ka!

mela ’ezîzêkî dawdeyîman bû, zor gałteçî û ’entîke bû. řojêkyan pêm wit: mela ’ezîz em kabraye herasî pê hełgirtûyn û pêman çar nakirê. witî: kam şew le małî êwe bin, min dêm botan etarênim. řêkewt wa bû her ew şewe le małî ême ko bûynewe. sa wextî şewçere, le heywan dengî gefey dû gemał hat, xeberyan da ke wa şwanêk hatuwe şikat lay qazî eka. ew saye mela eḧmed sa’êb qazî bû, eyanzanî mela ’ezîz gobendî be desteweye. mela ’ezîz be tewawî xoy xistibuwe bergî şwanewe, hate jûrewe, witî: qazî dad. wityan kuře çî qewmawe? witî: a ew mela ḧisêne goce pezî dizîwim. mela ḧisên witî: şitî wa nîye. qazîy witî: biram şahdit bêne. witî: beser çaw, wa eçim bo şahêd, bełam segekanim diřn, le derewe bin xełk egirin, lêre yekêk bom bigrê ta eçim şahêdekanim dênim!

petekanî daye dest kabray laplersengewe, segel hîç miřeyan nekird, bêdeng lêy kewtin, ta şwane çuwe derewe, êmeyş lepêş ewa yeke yek çûyne derewe, şwane le derewe ḧel ḧelêkî kird! segel řapeřîn û kabrayan leser gazî pişt xist, be hawar hawar le dergay ḧewşeyan birde derewe, derfetî eweyan neda le destyan řaka, ta birdyane ewê kabrayan nîwemerg û bêhoş kird! înca şwane çû segelekey le koł kirdewe, kabrayan be bêhoşî girte kołewe û birdyanewe bo małî xoy. îtir bibřay bibiř carêkî tir tuxnî gobend bikewê.