kabrayekî swar řêy ekewête dêyek seyr ...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  620 views

kabrayekî swar, řêy ekewête dêyek, seyr eka lem dêyeda teqew heraye û kes be ser kesewe nîye, cengêke ewpeřî nebêtewe. çend zelam kujrawe û çend ser û qoł şikênrawe, herçend eka boy saẍ nabêtewe em heraye leser çî buwe û çîye. leber şiłejawîy dêyekeş boy řê nekewt le małêk tozê labda û bixesêtewe, naçar lêy da û řoyşit. ke egate qerax awayîyeke seyr eka jinêk le gwêserbanêka be pêwe westawe, kirasêkî dirêj û kewayekî sûrî gułgułî le beraye, sirkeyyekî be sereweye, çimkî kewakey hełkirduwe û xistûyete gîrfanî, teşîyekey be desteweye wirde wirde xerîke teşî eřêsê, demê binêştîşî le demaye, binêşt ecwê, hendê car be layekî kakîley qewçeyek le binêştekewe dênêt û dengêkî naskî lêwe dêt!

kabra çû lem jiney pirsî: erê xuşkim em heraye çîye lem dêyeda û em hemû kuştareyan boç le yek kirduwe? jine bebê ewe xoy têk bida be leserxoyîyekewe witî: bêjim çî bira, yêjin minyan gawe, em heraye leser eweye!